Werger wek kirineke çandî- Li ser riyên ji wergernasiyê ber bi Kurdolojiyê ve-
- Global styles
- Apa
- Bibtex
- Chicago Fullnote
- Help
Abstract
Vegerîna çandî di wergernasiyê de û vegerîna wergerî ew mijar in ku ji 1980yan vir ve hatine nîqaşkirin. Ev herdu çalakiyên wergerê werger ji dûrî nêzîktêdayînên zimannasiyê xistin û wan wergera ku di peywenda ''hemtayitî''yê de tenê wekî çalakiyeke zimannasiyê dihate zanîn, vê carê wekî çalakiyeke çandî pênase kirin; bi taybetî jî vegerîna wergerî wergerê dike xala nîskokê ya dîsîplînên din. Ev teza li ser rola wergerê di kurdî û Kurdolojiyê de ye bi taybetî bi nêrîna Vegerîna Çandî ya di Wergernasiyê de. Ji bo ku di peywenda vê ''vegerînê'' de wergera kurdî û Kurdolojiyê binirxîne, berê pênaseya wergerê dike, li ser aliyê dîrokî û çandî yê wergerê disekine û wergerê wekî çalakiyeke çandî pênase dike; paşê li ser mijarên wekî wergernasiya kurdî, rola wergerê di Kurdolojiyê de disekine; piştî ku mînakên wergera kurdî dide di peywenda stratejiyên Venuti yê teorîsyenê çandî yê wergerê, mijara wergerê wekî zimanê sereke yê Kurdolojiyê nîqaş dike. The topics Cultural Turn in Translation Studies and Translational Turn have been discussed in translational studies since 1980s. These two translation movements are inclined to define translation as a cultural activity by removing translation from the strategies that handles it only as a linguistic activity in context of ''equivalence'' and especially Translational Turn has caused translation to be the focus of other disciplines. This thesis is on the role of translation in Kurdish and Kurdology in context of especially Cultural Turn in Translation Studies. In order to evaluate Kurdish translation and Kurdology in terms of this ''turn'', the thesis first handles the definition of translation, then history and cultural aspects of Translation Studies and defines translation as a cultural activity. After that it handles Kurdish translation history, the role of translation in Kurdology and after giving examples from Kurdish translation in terms of Cultural Translation theorist Venuti's translation strategies it discusses 'translation as the main language of Kurdology'.
Collections